Fatih Gazioğlu
01 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Li Gara Trênê ya Qersê tirek şewitî.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tira ku pîleqeya wê 76 DE 843 bû û Îbrahîm Îpto diajot serê sibê ji bo barkirina malê xwe hat Gara Trênê ya Qersê. Tir piştî demekê agir pê ket û şewitî.
Şofêrê tirê bi îmkanên xwest agir bitemirîne, lê bi ser neket.
Welatiyên derûdorê cab dan agirkujê.
Tîmên agirkujiyê di demeke kin da hatin herêmê û şewat temirandin.
Tira şewitî zirareke mezin dît. Li ser sedema şewatê lêkolîn didome.