05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku di pevçûnên ku li Şemdînlî û Yuksekovaya navçeyên Hekariyê derketin da 10 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku di malpera Sererkaniyê da hat weşandin, di operasyonên ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê dewam dikin da 2 terorîst hatin kuştin.
Hêzên ewlekariyê 3 bombe û teqemeniya ku di rê da hatibûn bicîkirin îmhe kirin, şikefta ku terorîstan bi kar dianî hat hilşandin.
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê terorîstan bi tivingan êrîşî Qereqola Cendirmeyên Şapatanê, Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê, Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê û Fermandariya Tugaya Hidûd a 34an kirin.
Di pevçûnên piştî van êrîşan da 8 terorsît hatin kuştin.
- Teqemenî hat îmhekirin
Ekîbên ewlekariyê li Licêya navçeya Diyarbekirê teqemeniya ku bi kabloya 100-150 metreyî va di kunga binê rê da hatibû bicîkirin û li Şemdînliya navçeya Hekariyê jî 6 bombeyên ku di 5 tupên malan da hatibûn bicîkirin û danîbûn binê pireya Tukiyê îmhe kirin.
Li Osmaniyeyê turubînên bayê bi teqemeniyê xirab kirin.
- 5 kesên ku piştgirî didan terorîstan hatin derdestkirin
Li Ozalpa navçeya Wanê di operasyonên ku di 1ê cotmehê da hatin kirin da 27 kes bi hinceta rênedayîna hêzên ewlekariyê û piştgirîdayîna rêxistinê hatibûn binçavkirin. Ji wan kesên ku hatibûn binçavkirin 5 kes hatin girtin û yên din serbest hatin berdan.