GAZÎANTEP
Ji Herêma Rojhilatê Başûrê Anadoluyê di çaryeka salê ya ewil de bi 381 milyon û 571 hezar dolaran îxracata xalîçeyan hat kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Yekîtiya Îxracatkarê Rojhilatê Başûrê Anadoluyê (GAÎB) bi dest xist, di sê mehên ewil ên par de 348 milyon û 657 hezar dolaran îxracata xalîçeyan hat kirin. Di sê mehên ewil yên îsal de îxracat ji 9,4 zêde bû û gihişt 381 milyon û 571 hezar dolaran.
Di nav berên îxracatê de para herî mezin ya xalîçeyên makîneyê ye. Di sê mehên ewil ên par de 338 milyon û 596 hezar dolaran îxracat hat kirin. Îsal di heman serdemê de îxracat ji sedî 9 zêde bû û gihişt 368 milyon û 457 hezar dolaran. Herwiha ji bilî van di heman serdemê de 10 milyon û 633 hezar dolaran xalîçeyên lutfeyê, bi 2 milyon û 391 hezar dolaran xalîçeyên desta û bi 90 hezar dolarî kilîm, ji herêmê hatin îxrackirin.
Erebistana Siûdî, Libya, DYA, Iraq, Yakîtiya Mîrektiyên Ereban û Almanya di nav welatên herî zêde îxracata xaliyan tê kirin de nin.