18 Tebax 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2023
BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bidlîsê komeke gundparêz hatin pêşiya şaredariyê û êrîşa îro li navçeyê qewîmî ku tê da 5 leşker û gundparez şehît ketibûn protesto kir.
Gundparêzên di kadroya Fermandariya Cendermeyên Navçeyê da ji bo protestokirina êrîşa terorê hatin pêşiya Serokatiya Şaredariya Hîzanê ya HDPyî.
Hêzên ewlehiyê nehêlan ku gundparêz bikevine awahiya Şaredariyê.
Gundparêzan li wir li dijî rêxistina terorê diruşm xwendin, ala Tirkiyeyê bi şaredariyê va kirin û gotin em nahêlin şaredar û rêveberên şaredariyê bên vê derê.
Köy korucuları, askeri ve emniyet yetkilileriyle yaptıkları görüşmenin ardından binanın önünden ayrıldı.
Gundparêzan piştî ku digel rayedarên ewlehiyê û leşkeriyê hevdîtin kirin, ji wir çûn.
Li çolwara gundê Nazarê dema li hember rêxistina terorê PKKê operasyon dihat kirin di navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de pevçûn derketibû. Di pevçûnê de gundparêz Muslum Yaldiz şehîd ketibû û leşkerek jî birîndar bûbû. Dema ku wesayîta bizirx a leşkeran ji nêzîkî herêma ku gundparêz şehîd ketibû dizivirî, li taxa gundê Xeydayê êriş li wesayîta wan hatibû kirin û di êrîşê de 5 leşker şehîd ketibûn û leşkerek jî birîndar bûbû.