DIYARBAKIR
Bi munasebeta salvegera 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsa paytextê Fransayê hatin kuştin li Diyarbekir, Sêrt, Batman û Cizîra navçeya Şirnaxê meş hatin lidarxistin û sê jin hatin bibîranîn.
Li xaçerêya Dortyola navçeya Baxlarê ji aliyê BDPê ve meş hat destpêkirin û meş li Meyada Batikantê bi dawî bû. Koma ku meşiya pankartên ku wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li ser bû gerandin. Alîkara Serokê Giştî yê BDPê Gultan Kişanak jî beşdarî meşê bû.
Piştî meşê Kişanakê daxuyanî da û got ku ew, kesên ku sê jin kuştin û hêzên ku wan kujeran diparêzin şermezar dikin û îdia kir ku wan hêza xwest ku meşa gelê kurd ya ber bi azadiyê ve rawestînin.
Kişanakê îdia kir ku plana kuştina Parîsê li Enqereyê hat amadekirin û wiha dewam kir:
"Bi hevkariya welatên Ewropayê qetliyameke navneteweyî kirin. Hêj jî lêpirsîn dewam dike û hê jî rastî nehatiye eşkerekirin. Lê belê em kujeran dinasin. Heta hetayê dê destê me li pêsîra wan be. Serokwezîr mecbûr e ku hesabê kuştina Parîsê bide. Hemû agahî di bin destê wî de ne. Serokwezîr pir baş dizane ku kîjan kom, çete û hêzên parelel ev plan kir. Lê eşkere nakin. Delîlan naşînin dadgehê. Ji bo li ser qetla Parîsê bigrin hewl didin. Lê dê rastî derbikeve holê."
Piştî daxuyaniyê kom bêdeng belav bû.
Li Batmanê jî komeke ku di nav de Parlementera Batmanê Ayla Akat hebû hetanî Kolana Hunerê meşiya. Piştî meşê Ata axivî û da zanîn ku deh caran çûne ber Balyozxaneya Fransayê lê qetliyama hat kirin hê jî nehatiye eşkerekirin.
Ji hêla din ve li Sêrtê jî komek ji ber avahiya BDPê hetanî Parka Orhan Dogan a li Taxa Azadiyê meşiya. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, namzedê Serokatiya Şaredariyê yê Sêrtê Tûncer Bakirhan, Serokê Bajêr yê BDPê Atan Înan, serokên şaredariyan ên navçeyan û partiyî beşdarî meşê bûn. Kom piştî daxuyaniyê belav û tu gengeşî neqewimî.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnaxê jî komek ji bo 3 jinên li Parîsê hatin kuştin ji Taxa Nûrê hetanî avahiya BDPê ya li ser Kolana Yafesê meşiya.