Fatih Gazioğlu
31 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Nîsan 2019
Li Ayrancilara navçeya Karamanê di şerên ku di heyama dengdayînê da derketin 8 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, ji ber Hilbijartinên Giştî yê Rêvebiriyên Herêmî ya 31ê Adarê li gundê Akpinarê di navbera 2 malbatên namzetê mixtariyê de nîqaş derket.
Nîqaşa di navbera malbata namzedên mixtariyê Tamer Gozel û Şahîn Gozel da piştî demekê vegeriya şer.
Di şer da namzed Tamer Gozel û eqrebayên wî Şahîn Gozel, Oguz Çevîrel, Halîs Çevîrel û Mustafa Çevîrel birîndar bûn.
Li gundê Çatakê jî di navbera 2 koman de ji ber meseleya rayavêtinê nîqaş derket.
Nîqaş vegeriya şer û di encamê da Ekrem, Mehmet û Fatîh Altun birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karamanê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.