Haydar Şahin
31 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Nîsan 2019
Li Wanê welatiyên ji bo dengê xwe bidin derketibûn rê ji ber berfê di rê da mabûn û ekîban welatî gihandin ser sandiqên wan.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo ku welatî di Hilbijaritna Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ya 31ê Adarê da bi rihetî rayên xwe biavêjin hewleke mezin dan.

Bi telîmata Mehmet Emîn Bîlmezê Walî jendirme, ekîbên UMKE û şaredariyê û gundparêz revîn alîkariya welatiyên li Başqele û Gurpinarê ji bo dengdayînê derketibûn rê û di rê da mabûn, wesayît ji berfê xilas kirin.

Ekîban welatî gihandin sandiqên ku ew ê lê rayên xwe biavêjin.
Li Gevaşê jî welatiyên kal û pîr û nexweş bi alîkariya ekîban çûn xwendingehan û dengê xwe dan.