17 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2019
Hat ragihandin ku civîna li Qesra Spî ya bi endamên Kongreyê ra hat kirin binîqaş derbas bû, Donald Trumpê Serokê Amerîkayê hêrs bû û ji civînê zû derket.
Li gor agahiyan, Trump duh li Qesra Spî bi endamên Kongreyê yên Senato û Meclisa Nûneran ra hat bal hev. Civîn ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.
Di civînê da Trump û endamên Kongreyê yên komarparêz û demokrat li ser geşedanên li Sûriyeyê yên dawî û operasyona Tirkiyeyê axivîn.
Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosiyê piştî civînê daxuyanî da û got ku Trump ji ber pêşnumaya şermezarkirina biryara ku ji bo Sûriyeyê dabû gelekî hêrs bû.
Nûçegihanên li Qesra Spî wezîfedar jî gotin civîn binîqaş derbas bû û Trump jî ser vê ji civînê zû derket.
Meclisa Nûnerên Amerîkayê dijî biryara vekişandina Amerîkayê ya ji bakurê Sûriyeyê ku bertek nîşanî Qesra Spî bidin pêşnumayek amadekiribû. Pêşnuma bi 354 rayan hatibû erêkirin.