12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
KİLİS
Li Kilîsê, 5 guleyên roketê yên ku ji aliyê Sûriyeyê va avêtin ketin. Li gor agahiyên ewil di encamê da 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, 5 guleyên roketê yên ku ji aliyê Sûriyeyê va avêtin li Kuçeya Înceyê ya Taxa Ataturkê ketin. Ji roketan yek jî li xaniyekî ket.
Di teqînê da 4 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Piştî teqînê gelek ambulans sewqê herêmê hatin kirin. Herwiha ekîbên polêsan jî li herêma lê teqîn çêbû tewdîrên ewlehiyê hildan.
Ji ber şideta teqînê camên hin xanî û wesayitan jî şikiyan.