12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
ANKARA
Sererkaniyê daxuyand ku li Hênêya navçeya Diyarbekirê ji aliyê terorîstan va êrîşeke bombeyî dijî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hat lidarxistin û di encamê da eskerek şehîd ket û 39 esker, 6 eqrebayên eskeran û 2 sivîl jî birîndar bûn.
Li ser malpera Sererkaniyê ya înternetê hat daxuyandin ku duh di saet 23.10an de li ber nîzamiyeya Fermandariya Cendirmeyan endamên rêxistina terorê wesayîteke bombebarkirî teqandin.
Hat gotin ku di teqînê de eskerek şehîd ket û 39 esker, 6 eqrebayên eskeran û 2 sivîl jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê û tedawiya wan dewam dike.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Vê êrîşa melûn êşeke kûr li me peyda kir û em xemgîn kirin. Xwedê rehma xwe şehîdê me bike û serê malbata wî ya biqîmet, eqrebayên wî, endamên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelê ezîz a tirkan sax be. Xwedê sebrê bide wan. Xwedê şifayê bide eskerê me yê birîndar, eqrebayên wan û gelê me yê sivîl."