ANKARA
Hat diyar kirin ku li Kocaeliyê firokeyeke leşkerî ji ber erizeyê ket û di encama qezayê de 4 muretebat şehît ketin.
Li gor daxuyaniya ku Sererkaniyê li ser malpera xwe ya fermî weşand, firokeyekê ku tîpa wî S-70B Sikorsky ye li herêma gundê Kartepe / Balabanê xirabû û ket.
Hat diyar kirin pîlotên firokeyê Deniz Akdenîz, Çagri Ceyhan, Mehmet Karakaşoglu û Omer Burak Ogut şehît ketin.
Hat destnîşan kirin ku sedema qezeyê dê piştî lêkolînan eşkere bibe.