Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kampusa Haydarpaşayê ya Zanîngeha Marmarayê beşdarî merasima vekirina Zanîngeha Marmarayê bû û li vir axivî. Erdogan bi bîr xist ku ew jî ji vê zanîngehê mezûn bûyê û ji bo ku niha beşdarî vekirina zanîngehê dibe pir kelecan e.
Erdogan qala jiyana xwe ya zanîngehê kir û wiha got: "Dema ku ez ji Lîseya Îmam Xetîbê mezûn bûm, hewasa min a fûtbolê pir bû, lê di heman demê de min pir dixwast ku ez zanîngehê bixwînim. Wê demê ji bo mezûnên îmam xetîbê şert û merc dijwar bûn, lê ez ji dersên zêdepar jî derbas bûm û min di Akademiya Ilmên Îqtisadî û Bazirganî ya li Aksarayê de xwend. Piştî ku ez ji dibistanê mezûn bûm, salekî şûnde ango di 1982yan de navê dibistanê guherî û bû Zanîngeha Marmarayê. Wê demê ez û Emîn Beg (Mehmet Emîn Arat) di heman polê de bûn. Wê demê xoceyê me yê Ahmet Davutoglu jî asîstan bû. Em bi vî awayî ji Zanîngeha Marmarayê mezûn bûn û vê gavê jî ez wek serokomarê Komara Tirkiyeyê yê ku cara ewil bi reyên gel hat hilbijarti, hatim vir. Ji ber vê çendê ez pir bi kelecan im."
- Pevçûna şiî û suniyan
Ergogan got ku di serî de li Iraqê, çima di navbera mensûbên şiî û suniyan de pevçûn hene û xwîn dirije û wiha dewam kir:
"Ez bi awayekî eşkere dibêjim, kesên ku ev nexşe xêz kirin wisa xwestin. Ereb, kurd û tirkmen di heman baweriyê de ne, gelo çima her tim rageşî di navbera wan de heye? Kesên ku ev nexşe xêz kirin wisa dixwazin, loma rewş wiha ye. Wekî din tu sedem tuneye. Ji sînorê zêhnan û dilan qesta min ev e. 100 sal berê ji bo ku di navbera gelên herêmê de pevçûn derên defikek hat danîn. Gelo gelên herêmê wê hê bikevin vê defikê? Dema ku şiî û sunî hevdu qetil dikin, hemû misilman ji ber vê xemgîn dibin. Lê kesên ku ev defik danîn, ev 100 sal e ku şa dibin."
Erdogan got ku dema di navbera ereb, kurd û tirkmenan de rageşî çêdibe, hemû herêm xemgîn dibe, lê kesên ku vê rageşiyê derdixin jî, ev 100 sal e şa dibin.