23 Nîsan 2016•Rojanekirin: 23 Nîsan 2016
KONYA
LiKonyayê di operasyona dijî DAEŞa rêxistina terorê da 6 kesên biyanî hatin derdestkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Konyayê da hat eşkerekirin ku li gor daneyên di destê wan da endamên DAEŞa rêxistina terorê li firsendekê digeriyan ji bo ku li dijî mezinên dewletê yên ku tên bajêr çalakiyekê bikin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku li bajêr xebatên ku bişev hatin kirin va di ser hin navnîşanan da girtin, di operasyonê da 6 kesên biyanî yên endamên DAEŞa rêxistina terorê hatin binçavkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Bi operasyona ku hat kirin va pêşî li çalakiyeke ku dibe bihata kirin hat birîn. Der heqê kesên ku hatin binçavkirin da karûbarên edlî tên kirin."