04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
ANKARA
Piştî ku DAEŞa rêxistina terorê roket avêt Kilîsê gule barandin ser kozikên DAEŞê yên li herêma Turkuman Barîk a Sûriyeyê û di encama gulebaranê de 13 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin çar roketên ku berêvarê avêtin herêma berpirsyariyê ya Qereqola Hidûtê ya Oncu ya Kilîsê û ev roket şûna qereqolê ketin eraziya vala.
Li ser vê yekê bi radara tespîta hedefê ya ANTPQ-36an kozikên DAEŞê yên li herêma Turkuman Barîkê yên ku jê roket hatin avêtin, hatin tespîtkirin. Obusên firtinayê yên li sînor û bi bataryayên roketavêjên pirlûle (ÇNRA) gule hatin barandin û li gor tespîtên ewil 13 terorîstên endamên DAEŞê hatin kuştin.
Di encama gulebaranê de çar wesayîtên ku li ser du heban Doçka hebûn û 3 kozikên topan ên ku li heman herêmê hatin tespîtkirin, hatin îmhakirin.