Tirkiye

Li Licêyê êrîşa terorê: şehîdek, 4 birîndar

Di êrîşa ku terorîstên PKKyî li Licêya navçeya Diyarbekirê kirin de eskerek şehîd ket, 4 esker birîndar bûn.

Elif Orhan  | 25.04.2018 - Rojanekırın : 26.04.2018
Li Licêyê êrîşa terorê: şehîdek, 4 birîndar

Diyarbakir

DIYARBAKIR

Di êrîşa ku terorîstên PKKyî li Licêya navçeya Diyarbekirê kirin de eskerek şehîd ket, 4 esker birîndar bûn.

Di daxuyaniya ku ji walîtiyê hat dayîn de hat ragihandin ku di operasyona ser PKKya rêxistina terorê de îro di saet 17.38an de li sînorên mezraya Hewselê ya gundê Akçabudakê yê navçeyê bi komek terorîstan re ketin nav pevçûnê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di pevçûna ku derket de eskerek şehîd ket, 4 esker birîndar bûn û dan zanîn ku eskerên birîndar bi firokeyên ku sewqî herêmê kirin rakirin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Xwedê rehma xwe li eskerê me yê ku di vê êrîşa em gelekî xemgîn kirin de şehîd ket bike, serê malbata wî ya biqîmet, xizmên wî, hevalên wî yên esker û gelê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın