30 Adar 2021•Rojanekirin: 31 Adar 2021
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand di Operasyona Eren-5ê da li Mêrdînê 5 terorîst hatin berterefkirin.
Soylu ji ser hesabên xwe yên medyaya civakî wiha ragihand:
"Pênc terorîst li Bagoka Mêrdînê hatin berterefkirin. Di Operasyona Eren-ê da hêzên ewlekariyê hejmara terorîstan 5ên din jî kêm kir. Em bi we serbilind in. Em we pîroz dikin."
Di daxuyaniya Wezaretê da jî wiha hat gotin, "Di Operasyona Eren-5ê da li Mêrdînê li herêma Bagokê ya Nisêbînê 5 mensûbên rêxistina terorê tevî çekên xwe hatin berterefkirin. Li herêmê operasyon didome."