03 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2016
ŞAM
Bajarokê Madayayê ku dikeve bakurê rojhilatê Şama paytexta Sûriyeyê, ji aliyê hêza rejim û milîsên Hîzbûllahê ve hatiye dorpêçkirin û bi vê sedemê 2 kes ji birçîna mirin û 150 kes ji sermayê bandordar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên Madayayê bi dest xistin, li bajarokê Madayaya ku ji aliyê hêza rejimê û milîsên Hîzbûllahê ve dorpêçkirî ye, 2 kes ji birçîna mirin û 150 kes ji sermayê bandordar bûn.
Kesên ku ji sermayê qefilîn gihandin nexweşxaneyên sehrayê û herwiha hêzên rejimê li pêşiya gihandina alîkariyên mirovî ya ji bo herêmê dibine asteng.
Ji aliyekî ve jî Endamê komîteya herêmî ya Madayayê Samir Tateen ragihand, "Hêzên Esed, ji dema ku Madaya dorpêçkirin û heta nuha, 70 kes ji birçîna mirin û 50 kesê din jî, ji ber têrnebûnê nexweş ketin."
Tateen herwiha destnîşan kir ku divê bi şêweyekî lezgîn alîkariyên mirovî bigihine herêmê û got, "Li Madayayê nêzîka 40 hezar kes heye. Ev 193 roj e ji aliyê hêza rejimê û milîsên Hîzbûllahê ve dorpêçkirî ye. Hêzên Esed nahêlin alîkarî bigihêje Madayayê. Li bajarokê jiyan gelekî zehmet û giran bûye. Kîloya birinc bi 40 hezar lireyê Sûriyeyê (Nêzîkî 300 lireyê tirkî) tê firotin. Welatî ji neçarî giya û avê dixwin. Ceyran tune, gel ji bo xwegermkirinê, perçeyên textikên ku ji xaniyên xirabûyê dide hev, dişewitîne."