26 Îlon 2015•Rojanekirin: 26 Îlon 2015
MANISA
Wesayîta Fermandariya Cendirmeyên Navçeyê ya Demirciyê di kendalê da tot bû, di qezayê da 3 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ajokarê wesayîta leşkeriyê ya ku ji bo wezîfeya dewriyeyê diçû Taxa Kuzeyîrê ji bo heywana derkete ser rê neqelibe dîreksiyon ba da li ser vê di kendalê 20 metreyî da totî nêwalê bû.
Di qezayê da binefserê cendirme Firat Aygun û Sînan Kara û Tolga Aykanatîn ên cendirme birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Ecil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Demirciyê.
Fermandarê Lîwaya Cendirmeyên Bajêr Bulent Mercan leşkerên ku rewşa wan baş e ziyaret kir û ji wan ra got Xwedê şifayê bide.