11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2015
ÎSTANBUL
Li Kagithaneyê bi çekên lûledirêj êrîşê wesayîta jendirmeyan a ku di rê de diçû, kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist li viyadûka Nûrtepeyê dema ku wesayîta leşkerî derbas dibû kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ji serbihurê re bi çekên lûledirêj êrîş kirin.
Gelek guleyan îsabetî wesayîtê kir, li gor tespîtên ewil binefserek bi parçeyên camê yên ku şikestin tehl bû. Binefser bi ambûlansê birin nexweşxaneyê.
Ekîbên polêsan ên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin ji bo ku êrîşkarên ku reviyan bên girtin xebat dan destpêkirin.