Li gor agahiya ku hat bidestxistin, otobêsa ku ji Stenbolê diçû Îzmirê ya bi 34 ER 2253 plaqe û şofêrê wê Mursel Tozar bû (48), li ser rêya Akhîsar û Manîsayê di kîlomêtroya 40emîn de li taxa Selîmşahan wergeriya şarompolê.
Di qezayê de 6 jê biyanî, 2 jê giran, bi tevahî 52 kes birîndar bûn.
Ekîba 112yê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Manîsa û li navçeya Sarûxanê.