Di Hilbijartina serokomariyê de 52 milyon 894 hezar û 115 hilbijêr dê rayên xwe bidin, hilbijartinê di saet 08.00an de dest pê kir.
Di hilbijartina ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, Ekmeleddîn Îhsanoglu û Selahattîn Demirtaş ji yek wan dê bê hilbijartin de, welatî bi belgeyên xwe yên li ser hejmara TCyê heye ve dê bikaribin rayên xwe bidin.
Di vê hilbijartinê de cara ewil e ku wêneyên namzetan li ser pusulayên rayan hene.
- Di hilbijartinê de belgeyên fermî hewce dikin
Welatî ji bo ku rayên xwe bidin an nasnameyên xwe yên ku li ser wan hejmara TCyê heye, an ehlîyet, nasnameyên xwe yên nîşan dide ku ew di kargehên dewletê de dixebitin, pasaport, nasnameya zewicandinê, nasnameya leşkeriyê û belgeyên fermî yên ku nasnameya wan bêşik û eşkere diyar dike ve dê rayên xwe bidin.
Ji bilî van kaxizê ku nîşan dide ew kes hilbijêr e jî, divê li cem welatiyan amade bibe ku ew bikaribin rayên xwe bidin.
- Ray avêtin dê heta saet 17.00an dewam bike
Ray avêtinê di saet 08.00an de dest pê kir û dê heta saet 17.00an dewam bike. Her hilbijêr navê wan di kîjan lîsteyê de nivîsî be, dê li ser wê sandoqê rayên xwe biavêjin.
-Cihên raydayînê
Cihên raydayînê dê cihên girtî bin ku hilbijêr bikaribin bi rehetî rayên xwe bidin.
Serokê lijneya sandoqê û endam beriya ku dest bi wezîfeyên xwe bikin, dê li ber kesên sandoqê sond bixwin û kontrol bikin ka sandoq valane an na.
Di hilbijartinê de kesên astengdar, kal û pîr, nexweş û jinên ducanî dê li gor mirovên din dê bikaribin ewil rayên xwe bidin û herin.
Li ser sandoqan tu kes dê mudaxaleya kesan neke ku ew bi rehetî rayên xwe didin kî bila bidin.
Rayên ku li derveyî welat hatin dayîn jî piştî ku ev hilbijartin qediya dê bi tevahî van rayan ve bên hilbijartin.
- Qedexeyên hilbijartinê
Îşev saet heta 24.00an araq dê neyê firotin, cihên araq tên vexwarin araqdayîn û vexwarin dê qedexe be. Bêyî ewlekariyê tu kes dê bi çekan ve negere.
Heta saet 18.00an televizyon, radyo û weşanên din dê der barê hilbijartinê de nûçeyan, texmînan û şîroveyan nedin û nekin.
Ancax di navbera saet 18.00 û 21.00an de dê agahiyên ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK ) da ve bikaribin nûçeyan û agahiyan biweşînin. Piştî 21.00an hemû weşan dê serbest bibin.
- Encamên teqez dê 15ê tebaxê de bên eşkerekirin
YSK dê di 11ê tebaxê de encamên berwext eşkere bike. Heke tura duyem a hilbijartinê hewce bike propaganda dê car din dest pê bikin.
Heke îtiraz hebin heta 11ê tebaxê saet 17.00an dê îtiraz bên kirin.
Encamên teqez dê 15ê tebaxê de bên eşkerekirin
Heke tura duyem çêbibe vê demê li derveyî welêt û li ber deriyên gumrukê rayavêtin dê 17ê tebaxê de dest pê bike û di 20ê tebaxê de dê biqede.
Li Tirkiyeyê jî 24ê tebaxê roja yekşemê welatî dê cardin herin li ser sandoqan û dê rayên xwe bidin.