Kadir Aydın
05 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2021
Li Doganşehira navçeya Meletiyê kamyoneke mişmiş barkirî welgeriya şofêr mir û 2 kurên wî jî birîndar bûn.
Kamyona ku şofêrê wê Muhammed Nurî Sonmez (50) û plaqeya wê 02 ABM 842 e li ser rêya Meletî û Adiyemanê li taxa Doganşehirê welgeriya.
Şofêr Sonmez li cihê qezayê mir, kurên wî Ozgur Gunay (15) û Muhammed Sînan (13) jî birîndar bûn.
Cesedê Sonmez şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şehîd Esra Kose Başaran ya Doganşehirê û birîndar jî dîsa rakirin heman nexweşxaneyê.
Ji ber ku mişmişên di kamyonê da belav bûn, rê demekê ji hatin û çûyînê ra hat girtin.