30 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Artukluya navçeya Mêrdînê piştî ku teqemeniya di poşêtê çopê da danîbûn ser peyarêkê hat teqandin, di avahiya wargeha keçan da ku nêzî ciyê bûyerê bû, xebatên tesbitkirina xisarê dest pê kir.
Li navçeyê do êvarê teqemeniya ku 50 kîlogram bû hatibû tesbitkirin û peyra jî hatibû teqandin.
Ji ber ku wargeha keçan jî li nêzî ciyê bûyerê bû, di avahiyê da xisar çêbû.
S.D.ya ku di wargehê da dimîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li derdorê gelek avahî û mizgeftek hene û wiha got: "Heger teqîn çêbûya wê zirareke mezin pêk bihata."
H.A.yê diyar kir ku dema li ser dersa xwe dixebitîn hişyarî hat dayîn û wiha got: "Em bi lezûbez ji avahiyê derketin. Em pêxwas reviyan derva û bi saetan li derva man."
Welatiyek li taxa Yalimkoyê ferq dike ku di poşêtê çopê da teqemenî danîne ber deriyê wargeha keçan û agahî dide polêsan. Polêsan piştî tevdîr û tevdarîkên ewlehiyê teqemeniyê teqandin û ji ber teqînê jî di gelek avahiyan da xisar çêbû.