Haydar Şahin
21 Îlon 2015•Rojanekirin: 21 Îlon 2015
MARDİN (AA) - Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê 4 sitargehên PKKyê hatin dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê da hat diyarkirin ku di 19ê îlonê da dema ku li dorberê Nisêbînê operasyon dihat kirin 4 sitargehên ku endamên PKKya rêxistina terorê bikar dianîn û hin kozik hatin dîtin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di sitargehan da gelek amûr û dokumanên rêxistinê hatin dîtin, ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya welatiyan operasyonên li dijî rêxistina terorê û hevkarên wan ew ê dewam bikin.