30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Dêrikê ku ev 4 roj in qedexeya derketina derva lê dewam dike, mensûbên PKKya rêxistina terorê êrîş kirin, leşkerek cangorî bû, leşkerek giran birîndar bû.
Ji bo barîkatên ku li ser hin kolan û kuçeyên taxên Cevîzpinar, Kale, Kuçukpinar, Zeytînpinar, Bahçelîevler, Dag, Sogutozu û Tepebagê werin rakirin û can û malê welatiyan were parastin 4 roj berê qedexeya derketina derva hat îlankirin û piştî qedexeyê operasyonê dest pê kir û didome.
Di operasyonê da êrîşî tîmên taybet ên hereketa taybet ê cendirmeyan kirin û 2 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kirin, lê leşkerek xelas nebû û cangorî bû.