01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2015
SÎÎRT
Li Sêrtê terorîstan 2 bombeyên desta avêtin lojmana polêsan, di encama teqîna bombeyan da xisar çêbû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, endamên PKKya rêxistina terorê 2 bombeya destan avêtin lojmanên polêsan ên li pişt qereqola Polêsan a Cumhuriyetê.
Bombeyek ket hewşa lojmanan, ya din jî li ser diwarê hewşê di nav têlan da ma û li aliyê derva teqiya.
Di teqîne da tiştek bi tu kesî nehat lê di lojman û avahiyên li der û dorê da xisar çêbû.
Hêzên ewlekariyê ji bo derdestkirina êrîşkaran xebat dan destpêkirin.