30 Mijdar 2015•Rojanekirin: 30 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Qedexeya derketina derva ya li 6 tax û kolaneke Sûra navçeya Diyarbekirê hat rakirin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiyê da hat destnîşankirin ku li Sûrê ji bo ku çalakiyên rêxistina terorê bên astengkirin, mal û canê welatiyan bê parastin di 28ê mijdarê de li taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatîhpaşa, Hasirli, Savaş, Cemal Yilmaz û li kolana Gaziyê ji saet 13.00an pê ve qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.
Qaymeqamtiyê got ku îro ji serê sibê 07.00an pê ve qedexeya derketina derva hat rakirin.
Li Sura navçeya Diyarbekirê di êrîşa terorê de polês Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdur cangorî bibûn, Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî miribû û polêsek û nuçegihanê AAyê jî birîndar bûbûn.