Sabri Yıldırım
15 Adar 2023•Rojanekirin: 22 Adar 2023
Jinên li Navenda Çandê û Perwerdeya Jinan ya Dayika Porsor ya di bin banê Şaredariya Mûşê perwerdeyê dibînin ji bo jinên ku bandora erdhejên 6ê sibatê yên navend Kahramanmaraş bû li ser wan çêbûye kincan didûrin.
Midûrê Çand û Karên Civakî yê Şaredariyê Ekrem Bîngol ji rojnamevanan ra daxuyand ew bi Weqfa Diyanetê ra hevkariyê dikin ku kincan ji erdhejzedeyan ra bişînin.

Bîngol got ji ber vê hevkariyê jinên di navendê da perwerdeyê dibînin û mamosteyên wan kincan didûrin û wiha axivî: "Hefta borî betaniyeyên ji bo zarokan hatibûn amadekirin gihîşt li ber destê erdhejzedeyên me. Îro jî eteg tên dirûtin. Em dixwazin 1000 etegî bidûrin. Piştî ku qediyan emê bişînin herêma erdhejê."

Bîngol got di atolyeyê da 20 mamosteyên xwebexş dixebitin.
Esma Ozcana li qursa Qur'anê wezîfedar e jî got ew wek Weqfa Diyanetê alîkariya erdhejzedeyan dikin û wiha dewam kir: "Di vê atolyeyê da şaredarî û Weqfa Diyanetê dest didin hev û bi hev ra ji bo birayên me yên erdhejzede dixebitin. Armanca me ew e ku em di demeke kin da van kincên hatine dirûtin bigîhînin wan."