Leyla Kaymaz
15 Adar 2023•Rojanekirin: 16 Adar 2023
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) diyar kir ku li Şanliurfa, Mêrdîn, Gazîentab, Kilîs û Kahramanmeraşê barana dibare wê heta sibê bi tesîr be.
Di daxuyaniya AFADê da hat gotin ku li herêmê tesîra baranê wê dewam bike.
Hat gotin ku barana gur a li Şanliurfa, Mêrdîn, Gazîentab, Kilîs û Kahramanmeraş û der û dora wan dibare wê heta sibê bi tesîr be.
Hat xwestin ku bila welatî li hemberî lehî, av qelibîn, ba û brûsk vedanê baldar bin.