Elif Orhan
15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
MUŞ
Bi operasyona ku li Mûşê hat kirin terorîstê PKKyî yê tê îdiakirin ku ji bo çalakiya terorê çûye Enqereyê, hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin ekîbên Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Ewlehiyê ya Muşê îstixbarata Ozcan A.yê endamê Yekîneyên Parastina Sivîl a qaşo ya PKKya rêxistina terorê ji bo ku li Enqereyê çalakiya terorê bike derketiye rê, bi dest xistin. Li ser vê ekîban otobêsa rêwiyan a ku ji Wanê diçû Enqereyê li rêbeja Mûş-Bidlîsê dan sekinandin.
Ozcan A. di otobêsê de hat girtin û piştî kontrola tenduristiyê ew sewqî dadgeha nobedar kirin.
Hat îdiakirin ku Ozcan A. li Yuksekovayê ji danîna bergiriyan berpirsyar e û der heqê Ozcan A. de ji ber 20 sûcî biryara lêgerînê heye.