21 Adar 2016•Rojanekirin: 22 Adar 2016
ANKARA
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 4 leşker cangorî bûn.
Li gorî daxuyaniyekê li ser malpera înternetê ya Sererkaniyê, li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di dema operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da, di encama teqîna teqemeniya destî ya ku ji aliyê endamên PKKya rêxistina terorê va hatibûn danîn, 4 leşker cangorî bûn.
Li gorî daxuyaniyê herwiha di teqînê da 5 leşker û endamekî hêzên ewlekariyê birîndar bûn.
- Polêsek jî cangorî bibû
Di dema operasyona hêzên ewlekariyê li taxa Dicleyê, teqemeniyeke destî teqiyabû û polêsek cangorî bibû.