25 Îlon 2015•Rojanekirin: 25 Îlon 2015
NÎGDE
Li Nîgdeyê 2 wesaît li hev qelibîn û di qezayê da 13 kes mirin, kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyan li ser rêya Aksaray-Edeneyê li nêzî gundê Obruka Bora navçeya Nîgdeyê wesaîta bi plaqeya 68 DZ 067 û wesaîta bi plaqeya 34 BA 4388 li hev qelibîn.
Di qezayê da 11 kes li ciyê qezayê û 2 kes jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Altunhisarê mirin.
Hat destnişankirin ku kesê birîndar jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.