28 Adar 2016•Rojanekirin: 29 Adar 2016
KARS
Li Sarikamişa navçeya Qersê di van her çar rojên adarê da cardin berf barî û sipî bû.
Li navçeyê berfê bi şev dest pê kir û heta sibê barî, serê sibê welatî çav berfê ketin û şaş man.
Şêniyên navçeyê serê sibê berfa ser wesaîtên xwe paqij kirin û berfa ber kargeh û malên xwe avêtin û wisa dest bi rojê kirin.
Zarokan jî berfa dawî ya salê ji xwe ra kirin firsend û bi topa berfê lîstin.
Li navçeyê germahî bi şev heta ket bin sifrê 5 pileyan. Qalindahiya berfê li nav şehir 7, li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê jî 10 santêm hat pîvan.