QERS
Li Qersê erdê ku di navbera gundên Dîkme û Benlîahmetê de germ dibe û dişewite û mirovan metel dihêle.
Şivanên ku pez û dewarên xwe diçêrandin dema ku dîtin ku ax germ dibe û dû derdikeve bangî gundiyan kirin da ku ew jî vê yekê bibînin.
Yuksel Ertugrulê ku ji gundê Benlîahmetê dijî ji nûçegihanan re daxuyand ku ev tiştekî balkêş e û wiha axivî: "Hikmeta Xwedê. Ez nizanim xaz e an maden e, lê tiştek li vir heye. Bêhna wê eceb e, dişîbe komirê lê ne ew e. Dema bêhn dikeve pozê mirov dişewitîne."
Ertugrul got ku wî heta niha tiştekî wiha nedîtiye û wiha dewam kir: "Dema me ewil dît em metel man. Axeke cuda ye. Rengê wê cuda ye û sivik e. Wek avê diherike."
Yavuz Ertugrul ji bo ku germahiya axê test bike hinek çêreya hişk da li ser axê û piştî çend deqîqeyan çêre şewitî.