Fatih Gazioğlu
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 28 Sibat 2019
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê ji bo Wan, Bidlîs û Hekariyê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û pirewrawî be û piştî nîvro şûn da jî berf wê bibare.
Li herêmê tê payîn ku germahiya hewayê 2-4 pile kêm bibe.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm li Wanê 0, di binê sifrê da li Hekariyê 1, li Bidlîsê 6 û li Mûşê jî 5 pile hat pîvan.
Germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê 5, li Hekariyê 4, di binê sifirê da li Bidlîsê 4 û li Mûşê jî 3 pile tê payîn.
Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê, cemed û ciyên bilind jî dibe ku aşît çêbibe û ji ber vê bila welatî baldar û bi tevdîr bin.