03 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2016
SÎVAS
Di qezaya trafîkê ya ku li Îmranliya navçeya Sêwasê çêbû de 32 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otobêsa rêwiyan a bi plakaya 34 ZP 2463 a ku Enver Yaşik diajot û ji Agiriyê diçû Îzmirê li tanga Avahiyên Kizildagê ya derketina Sêwasê ya navçeyê hewl da ku bi minîbûsa bi plakaya 46 BM 983 a ku Enver Çolak diajot û di heman rêyê de diçû re neqelibe û ji ber cemedê ji rê derket û wergeriya şerampolê.
Minînûsa ku di heman rêyê de diçû ya ku Çolak diajot ji ji rê derket û wergeriya şerampolê.
Di qezayê de 26 kesên di otobêsê de û 6 kesên di minîbûsê de birîndar bûn.
Ji birîndarên ku bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îmranliyê 4 kes piştî midaxaleya ewil sewqî nexweşxanyên cur bi cur ên li Sêwasê kirin.
Qaymeqamê Îmranliyê Îshak Çinar jî hat nexweşxaneyê û der heqê rewşa birîndaran de agahî hildan.