MUŞ
Li Mûşê otobêseke rêwiyan welgeriya û 20 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan otobêsa bi plakaya 34 UNJ 65 ya ku şoforê wê ne diyar e ji Aydinê diçû Wanê li ser rêbeja Mûş-Bedlîsê li herêma Çîzmeburnuyê ji ber ku rê şemitok bû welgeriya.
Di qezayê de 20 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Walî Vedat Buyukersoy hat cihê qezayê û daxuyand ku tîman di cihê bûyerê de lêkolîn kirine. Buyukersoy diyar kir ku lastîkên otobêsê yên havînê ne û der barê bûyerê de lêpirsîn dê dewam bike.