Serokwezîr Ahmet Davutoglu der barê şehîdkirina 3 leşkeran de wiha got: "Bi delîlên xurt û bi van operasyonan û di encama şopandinan de kesên eleqedar niha hatin binçavkirin."
Serokwezîr Davu toglu beriya ku biçe Ankarayê li Balafirgeha Ataturkê daxuyanî dan rojnamevanan. Davutoglu bi bîr xist ku li Yuksekovayê 3 leşker di êrîşa çekdar a ku bi destê endamên rêxistina terorê ve hat kirin de şehîd ketin.
Davutoglu wiha axivî: "Me ji aliyekî ve vê xemginiyê hîs dikir û ji aliyê din ve jî wekî ku we hemûyan jî dişopand em ji bo avakirina nîzama kamûyê û dîtina sûcdaran û ji bo ku wan teslîmî edaletê bikin, dixebitiyan."
Davutoglu got ku ji dema ku bûyer qewimî pê ve her dem têkiliya wan bi Serokê Sererkaniyê, Waliyê Hekariyê û Wezîrê Karên Navxweyî re hebû, û wiha pê de çû:
"Îro kesên ku li gor delîlên di destê me de kiryarên bûyerê ne hatin binçavkirin. Dê sûcdaran teslîmê edaletê bikin. Wekî ku di daxuyaniya Walitiya me ya Hekariyê di vê mijarê de dabû, bi delîlên xurt, ev operasyon û di encama şopandinan de kesên eleqedar hatin binçavkirin. Ya girîng ev e; em her dem dibêjin, pêvajoya çareseriyê alternatîfa nîzama kamûyê nîne. Bila wisa neyê fehmkirin ku hebûna pêvajoya çareseriyê dê di nîzama kamûyê de bibe sedemê qelsiyan. Yê ku nîzama kamûyê xira dike kî dibe bila bibe, hinceta wî çi dibe bila bibe, dema berê xwe da çalakiyekî, dema niyeta çalakiyekî kir û serî li şîdetê da, peywirdarên me yên kamûyê dê bergiriyên hewcedar bigirin û dê van çalakiyan bidin seknandin."
Davutoglu piştî daxuyaniyê bi balafirê çû Anqereyê.