31 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê, di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da, 120 terorîst hatin kuştin, di hezar û 179 malan da lêgerîn hat kirin, 264 teqemeniyên destî hatin îmhakirin.
Li Şirnexê operasyona "Şehîd Cendirme Ustegmen Mehmet Çîfcî" a ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên ewlehiyê di 14ê adarê da piştî qedexeya derketina derva ji bo qefaltina terorîstan, ser girtina kozikan û rakirina berîqatan da destpêkirin berdewam dike.
Operasyona hevpar a hêzên ewlehî û TSKyê li Taxa Yeşîlyûrt, Dîcle, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Bahçelîevler û Taxa Yeniyê dewam dike. Şerê di navbera tîmên tevgera taybet a cendirmeyê û tevgera taybet a polêsan da berdewam e, ji aliyê din va hêzên ewlehiyê piraniya taxa Dîcle û Bahçelîevlerê xist bin kontrola xwe.
Di vê navê da hêzên ewlehiyê ji bo teslîmbûna terorîstên li herêmê bangewazî dikin.
Hêzên ewlehiyê di gavê da li hemberî êrîşên terorîstan bertek nîşan didin û her diçe dora wan digrin û cihê wan teng dikin. Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan dikin ku terorîst tirsiyan, carinan ji bo birevin hewl didin; lê ji ber ku hêzên ewlehiyê dora wan girtine nekarin xwe ji cihê xwe tevbidin.
Terorîstên ku direvin jî xaniyên li herêmê dişewitînin, teqemeniyên destî diteqînin da ku hêzên ewlehiyê nikaribin zû li pey wan biçin.
-Hejmara terorîstên ku hatin kuştin gihişt 120î
Hejmara kesên di operasyonê de mirin roja 17an gihişt 120î. Hêzên ewlehiyê 65 barîkatên ku heta îro terorîstan danîbû rakirin, ser 12 çelan girtin, 264 teqemeniyan jî îmha kirin.
Li navenda bajêr qedexeya derketina derva dewam dike, herwiha di hezar û 179 malan da jî lêgerîn hat kirin. Tîmên têkoşîna dijî terorê li herêmê lêgerînên bidetay dikin.
-Bi tonan teqemenî hatine bi cih kirin
Pisporên îmhakirina bombeyan tespît kir ku terorîstan bi kabloyan gelek teqemenî bi cih kirin. Ji bo îmhakirina teqemeniyan bi taybetî tewdîr tên hildan.
Terorîst malzemeyên xwe yên sereke li herêmê dihêlin û ji herêmê direvin.