31 Adar 2016•Rojanekirin: 02 Nîsan 2016
ÎSTANBUL
Dozgerê cangorî Mehmet Selim Kîraz li ser mezelê wî hat bibîranîn.
Dozgerê Komarê yê Stenbolê Mehmet Selim Kîrazê ku dema li ser wezîfeya xwe bû hatibû şehîdkirin, di salvegera 1emîn a mirina wî da li Goristana Eyubê li ser mezelê wî hat bibîranîn.
Hakki Kîrazê bavê dozger, dêya wî Saadet Kîraz, Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Hadî Salihoglu, cîgirên serdozger, dozger, hakim, personelên edliyeyê, hevalên wî yên kar û nas û xizmên Kîraz beşdarî merasima bibîranînê bûn.
Di merasimê da piştî xwendina Qur'ana Pîroz û diakirinê loqim belavî kesên ku hatin kirin.