Ahmet Aydın
31 Gulan 2017•Rojanekirin: 01 Hezîran 2017
ŞIRNAK
Helîkptera tîpa Cougar piştî ku ji gundê Şenobaya Uludereya navçeya Şirnexê bi firê ket, demekê şûnde li xeta ceyranê aliqî û kete xwarê.
Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê de hat gotin, helîkoptera tîpa Cougar piştî firêketinê bi 3 deqîqeyan li xeta ceyranê aliqî û kete xwarê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ekîbên rizgarkirinê çûne cihê bûyerê.
- Serekanî: "13 personelên leşkerî şehîd ketin"
Sererkanî: "Helîkoptera tîpa Cougar AS 532 ku 13 personelê me tê de bûn, piştî demekê ji bi firêketina Fermandariya Tugaya Şirnex/Şenobayê, li gorî zanyariyên sereke, li xetên ceyranê aliqiye û seat derdora 20.55an ketiye xwarê. Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam in. Di encama wê qezaya elîm de hevalên me yên qehreman yên di nava helîkopterê de şehîd ketin."
- Serkomar Erdogan li ser helîkoptera ketî agahî wergirtin
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê helîkoptera eskerî ya li Şirnexê ketî de ji berpirsan agahî stendin.
Li gor çavkaniyên Serkomariyê Erdogan piştî Lijneya Ewlehiya Neteweyî Erdogan di kêliya fitarê de agahiya ketina helîkopterê wergirt.
Hat ragihandin ku Serkomar Erdogan ji ber şehîdketina eskeran gelekî xemgîn bûye û ji bo şehîdan duayê rehmetê kiriye.
- Wezîr Işık Çû Şirnexê
Wezîrê Berevaniya Neteweyî Fikrî Işık bi mebesta lêkolînê derbarê helîkoptera ketî de ber bi Şirnexê ve bi rê ket.
- Sererkan Akar çû Şirnexê
Sererkan Hulusi Akar ji bo lêkolînên li ser helîkoptera ketî çû Şirnexê.
- Wezîr Soylu û Cîgirê Serokwezîr Şîmşek çûn Şirnexê
Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şîmşek û Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu ji bo lêkolînên li ser helîkoptera ketî çûn Şirnexê.