Ekip
18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
TUNCELÎ
Hat ragihandin ku li Tûncelîyê pêwendî bi helîkoptereke polêsan re qut bûye.
Walîtiya Tunceliyê daxuyand ku, "18ê Nîsana 2017an saet 11.40î da firokeyeke polêsan a Skorskyê ji navçeya me ya Pulumurê rabû û piştî 10 deqîqeyan sînyala wê qut bû."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tê texmînkirin ji ber rewşa hewayê ya neyênî helîkopter ketiye û wiha agahî hat dayîn:
"Tê nirxandin ku di helîkopterê da 7 polês, dadwerek, astsûbayek û 3 muretebat hene. Herwiha tê pêşbînîkirin ku helîkopter ji ber rewşa neyênî ya hewayê ket xwarê. Gelek ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ber bi herêmê hatine sewqkirin. Raya giştî wê ji geşedanan bê agahdarkirin."