Ekrem Payan
11 Gulan 2023•Rojanekirin: 13 Gulan 2023
Li Şirnexê piştî 27 salan 110 malbat gihîştin tapûyê xwe.
Di sala 1992an da li gundê Gormeça ser navande Şirnexê û Çiglicaya gundê ser navçeya Beyşebabê aşît ketibû û ji bo mexdûrên wê bûyerê di sala 1997an da li navenda Şirnexê xanî hat çêkirin. Ji wan mexdûran 110 malbat hêj nû gihîştin tapûyên xwe.
Walî Osman Bîlgîn di merasima ji bo dayîna tapûyan hat kirin da axivî û got ku tapûyê malên 27 sal berê hatine çêkirin hêj nehatine dayîn.
Bîlgîn destnîşan kir ku ji bo welatî mexdûr nebin di nav salekê da li bajêr tapûyê malên TOKÎ û yên ji ber afatê hatine çêkirin, derxistin û wiha pê da çû: "Ez ji şaredarê me ra spas dikim. Bi rastî jî ev bi saya ku dewlet û milet nêzî hev dibe û hev nas dike derdikeve meydanê."
Di sala 1997an da ji bo 2 gundên di bin aşîtê da man li navendê 2 tax hatin avakirin û tapûyê wan jî hêj nû tên teslîmkirin.
Şaredar Mehmet Yarka jî got ku dema dest bi wezîfeyê kir ji bo tapûyê van malbatên mexdûrên aşîtê bûn bê teslîmkirin gelek hewl da û di dawiyê da herkes gihîşt mirazê xwe.