09 Sibat 2016•Rojanekirin: 11 Sibat 2016
ŞIRNAK
Li Uludereya navçeya Şirnexê bombeya ku endamên rêxistina terorê di wesayîtekê da bi cî kiribûn teqiya, di teqînê da 2 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, Ahmet Artti (27), Abdulkerîm (29) û Diyar Osluyê (33) ku li gundê Yêmîşliyê rûdinin li wesayîta bi pîlaqeya 73 FG 263yê siyar bûn û ji bo ku herin kar derketin rê. Wesayît dema ku ji gund derdiket bombeya ku terorîstan tê da bi cî kiribûn teqiya.
Di teqînê da Ahmet Artti û Diyar Oslu di cî da mirin. Abdulkerîm Osluyê ku birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Uludereyê piştî dermankirina ewil bi firokeyê ji vir sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê kirin.
Hat ragihandin ku Ahmet Artti xebatkarê Midûriyeta Kadastroya Tapuyê bûye, Diyar û Abdulkerîm Oslu jî xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Uludureyê bûne û ji bo herin kar derketine rê.
Lêkolîna der barê bûyerê da dewam dike.