18 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2015
ÎSTANBÛL
Li Stenbolê di operasyona hevdem a li dijî rêxistina terorê DAEŞê de bi qasî 50 berşikên biyanî yên eşkere bû ku dê biçin deverên şer ên Sûriye û Iraqê hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê di encama teqîbeke dûdirêj a teknîkî û fîzîkî de zelal kir ku gelek kesên biyanî yên ku demek beriya niha hatin Tirkiyeyê amadekariya çûyîna herêmên şer ên Sûriye û Iraqê dikin.
Ekîban li Pendîkê bi awayekî hevdem avêtin ser 17 adresên kifşkirî û bi qasî 50 biyanî binçav kirin.
Berşikên ku ji kontrola tenduristiyê derbas bûn, birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê.
Eşkere bû ku operasyon berdewam e û li malên ku polêsan avêt ser lêkolîn û lêgerîn didome.