28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ÎSTANBUL
Li Esenlerê di operasyona dijî hişbirê da 1 kîlo û 517 gram eroîn hat qefaltin.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Stenbolê, li Esenlerê operasyon birin ser mala Ş.Ayê hat tespîtkirin ku hişbirê difiroşe.
Seyê dedektor "Îmla" yê cendirmeyan jî beşdarî operasyonê bû û herwiha di lêgerîna li mala berşik da 1 kîlo û 517 gram eroîn, demançeyeke bêrûxsat, şarjorek, 12 gule, mêzîneke hesas û herwiha 6 hezar û 360 lire ku tê nirxandin ji firotana hişbirê hatiye bidestxistin, hatin dîtin.
Tê îdiakirin ku Ş.A. ji parêzgehên rojhilat û başûrê rojhilatê esrarê tîne, li Stenbolê difiroşe û herwisa eşkere bû ku ji ber hindê lê digeriyan.