28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
BATMAN
Li Gercûşa navçeya Batmanê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da di 2 sitargehan da gelek cebilxane hat dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr ji bo berterefkirina endamên PKKya rêxistina terorê, îmhekirina baregehên zivistanê, sitargeh, holik, kozik û depoyên rêxistinê operasyon kirin.
Hat diyarkirin ku di operasyonê da di sitargehan da 2 bombeyên destan, 2 jarjorên keleşkofan, 88 fîşengên tivingên bimakîne, 133 fîşengên keleşkofan, 10 pîl, gelek derman û amûrên jiyanê hatin girtin, operasyonên têkoşîna dijî terorê bênavber ew ê dewam bikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi telîmata Serdozgeriya Komarê ya Batmanê va dest dan ser amûrên ku wek delîl in û amûrên din jî li dewsa bûyerê hatin îmhekirin.