01 Adar 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ÎSTANBUL
Li Stenbolê bi piştgiriya firokeyan ve li hember rêxistina terorê operasyonek hat kirin.
Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li Kuçukçekmece û Esenlerê di 20 navnîşanan operasyoneke hevdem kirin.
Hêzên bilez, tevgera taybet û firokeyên polêsan jî piştgirî dan operasyonê û gelek kes hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin piştî kontrola wan a tenduristiyê sewqî avahiyê Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya ku li ser kolana Vatanê kirin.
Der heqê êrîşên li ser Yenî Şafak û Yenî Akîtê da li Stenbolê operasyon birin ser 20 adrêsan û 11 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, ekîbên midûriyên têkoşîna terorê û şaxa îstixbaratê yên Stenbolê der heqê êrîşa ku di 11ê sibatê da birin ser Yenî Şafak û Yenî Akîtê da îro serê sibê li 9 navçeyan operasyon birin ser 20 navnîşanan.
Di operasyona hemdem da 11 kesên ku li gor îdiayê endamên Hêzên Azadiya Yekbûyî ne, hatin binçavkirin. Li adrêsan lêgerîn hat kirin û gelek dokumanên rêxistinî û alavên dîjîtal hatin bidestxistin.
Karên gumanbaran li ewlehiyê didome.
Hat gotin ku Hêzên Azadiya Yekbûyî li Kobanê bi PYD û MLKPê ra dixebite.