Metin Tokgöz,Zeynep Rakipoğlu
29 Îlon 2023•Rojanekirin: 29 Îlon 2023
Li Pendika Stenbolê piştî barana ku zêde barî, dîwarê îstinatê yê avahiyekê bi ser du wesaîtan da hat xwarê, 5 kesên di wesaîtê da asê mabûn hatin derxistin û ji bo derxistina kesekî din jî xebat didomin.
Li Pendikê piştî ku baran zêde barî şeveqê dîwarê îstinatê yê avahiyekê bi ser minîbusa servîsê û otomobîleke ji rê derbas dibûn da hat xwarê.
Li ser îxbarê ekîbên îtfaiye, tenduristî û polêsên çûn ciyê bûyerê û ji bo derxistina 6 kesên di wesaîtan da asê mane dest bi xebatan kirin.
Ekîban 5 kesên di wesaîtê da asê mabûn derxistin û ji bo derxistina kesekî din jî xebat didomin.
Kesên birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.