07 Adar 2016•Rojanekirin: 07 Adar 2016
ÎSTANBUL
Li Stenbolê dijî PKKya rêxistina terorê operasyon hat li darxistin.
Li gorî agahiyan, tîmên Mudûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Mudûriya Ewlekariya Stenbolê bi piştevaniya polêsên harekata taybet, li dijî PKKya rêxistina terorê, li çend navnîşanên Beyoglu, Bahçelievler, Zeytinburnu û Kuçukçekmeceyê operasyon li dar xist.
Tîmên polêsan bi wesayitên zirxkirî çûne navnîşaneke li taxa Piyalepaşaya Okmeydani û girtin ser qata duyema aperdûmaneke 3 qatî. Piştî girtina gumanbarî li wê navnîşanê, tîman di mal û minibusa gumanbarî da lêgerîn kir.
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê da gumanbarên li navnîşanên din jî hatin binçavkirin.
Tîman bi mebesta kontrola tendirustiyê, gumanbar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîna Hasekiyê û pişt ra birin Mudûriya Ewlekariya Stenbolê ya li Caddeya Vatanê.